Însîyatîfa gel a Kurdistanê berxwedana dîrokî ya xelkên Wanê pîroz kir

Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê bi daxuyaniyekê berxwedana xelkên Wanê ya dîrokî silav kir û got:”Em cejna berxwedanê ya mezin a ku wê di dîroka têkoşîna li dijî faşîzmê de êdî weke Şoreşa Wanê bê naskirin, silav dikin û pîroz dikin.”

Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê diyar kir xelkên Wanê di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de serketinek mezin bi dest xistin û bajarê mezin jî di nav de 14 navçe bi dest xistin û got:

“Em xelkên Wanê, hêzên çep, sosyalîst û demokrat ên ku bi yekîtiyeke mezin a têkoşînê li tevahiya Kurdistanê beşdarî berxwedana dîrokî ya ku bi têkoşîneke mezin hatiye pêşxistin û faşîzm têk birin, silav dikin.

Berxwedana bi heybet a xelkên Wanê û hemû hêzên demokratîk bi dirûşima ‘Berxwedan jiyan e’ destpêka serdemeke dîrokî, nexşerêya têkoşîna li dijî faşîzmê xêz kir.

Em cejna berxwedanê ya mezin a ku wê di dîroka têkoşîna li dijî faşîzmê de êdî weke Şoreşa Wanê bê naskirin, silav dikin û pîroz dikin.”

YSK’ê mazbata da Abdullah Zeydan

Back to top button