Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihandi ku di 26’ê Kanûnê li herêma Zapê dagirkerek hatiye kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gêrîla û êrişên dewleta Tirk yên 26’ê Kanûnê de daxuyanî da.
Daxuyaniya HPG wiha ye. “Li Zapê di encama çalakiya hêzên me de dagirkerek hate cezakirin.
Artêşa Tirk a dagirker 2 caran bi bombeyên qedexekirî û 2 caran jî bi çekên kîmyewî bombe li çeperên berxwedanê yên gerîla barand.
Di heman demê de 9 caran bi balafirên şer, bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kir.