Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 4’ê Hezîranê wekîltiya wê hatibû betalkirin û girtin, îro di saetên şevê de hate berdan.
Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven û Parlementerê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farîsogûllari ên 4’ê Hezîranê wekîltiya wê hatibûn betalkirin û girtin.
Guven li Girtîgeha Amed a Tîpa T a Jinan hatibû girtin.
Serlêdana parêzeran a ji bo mûwkîla wê hate erêkirin, Guven îro di saetên şevê de hate berdan.