Koordînasyona Şopandinê ya girtîgehên Serhed û Behra Reş raporên xwe eşkere kir

Koordînasyona Şopandinê ya Grevên Birçîbûnê ku têkildarî girtîgehên Serhed û Behra Reş rapor aşkere kir.
Di raporê de derket holê ku li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde bûne.
Koordînasyonê ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Apo bang li Wezareta Dadê û Meclisê kir.

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dane destpêkirin di roja 88’an de ye.

Koordînasyona Şopandinê ya Grevên Birçîbûnê ku ji aliyê gelek komeleyan ve hatiye avakirin raporên xwe yên têkîldarî girtîgehên herêma Serhed û Behra Reş eşkere kir.

Gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî tev li civîna çapemeniyê bûn.

Ebrû Demîrtepe: Li girtîgehên Tirkiyê binpêkirinên mafan zêde bûne

Endama Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Ebrû Demîrtepe naveroka hevdîtinên bi girtiyan re hatine kirin ragihandin.

Ebrû Demîrtepe diyarkir ku bi greva birçîbûnê re binpêkirinên mafan zêde bûne û got:

“Li hin girtîgehan kontrolên tenduristiyê yên rojane yên girtiyên di greva birçîbûnê de qet nayên kirin. Pêywîstiyên wan jî nayên bicîh anîn. Ji ber vê yekê ji ber astengî û sînorkirinên rêveberiya girtîgehê çalakiya greva birçîbûnê veguheriye rojiya mirinê.”

Ebrû Demîrtepe, têkîldarî kiryarên neyasayî yên ku li girtiyan têne ferzkirin bang li Wezareta Dadê kir ku pêywîstiyên girtiyan bicîhbînin.

“Divê demildest bi Abdullah Ocalan re hevdîtin were kirin”

Demîrtepe her wiha balkişand ser daxwazên girtiyan û ev bang li Wezareta Dadê û Meclisê kir:

“Em bang li Wezareta Dadê û saziyên têkildar dikin ku daxwazên girtiyan lêkolîn bikin. Divê demildest hevdîtinên malbat û parêzeran bi Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Girava Îmraliyê re werin kirin. Ji ber şertê bingehîn ê dewleta hiqûqê ew e ku rêveberî û desthilat divê li gorî qanûnan tev bigerin.”

“Çareseriya pirskirêka Tirkiyê ê bi azadiya Abdullah Ocalan pêkane”

Demîrtepe, di dawiyê de balkişand ser meseleya kurd ya li Tirkiyê û diyar kir ku çareseriya vê pirskirêkê bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye.

Back to top button