DEM Partî ji du baskan ve hevdîtinên bi gel re da destpêkirin

Partiya DEM di çarçoveya xebatên hilbijartinê de ji du baskan ve dest bi hevdîtinên bi gel re kir.
Hevserokên Giştî Tuncer Bakirhan li Şemzînana Colemergê, Tulay Hatinogullari jî Erdexan Û Qersê bi gel re hatin ba hev.
Hevserokan di peyamên xwe de gotin,
Em ê di 31’ê Adarê de qeyûman bişînin.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partî di çarçoveya xebatên hilbijartina rêveberiyên herêmî de ji du baskan ve bi gel re hatin gel hev.

Hevserokên Dem Partî Tulay Hatîmogûllari li Erdexanê, Tuncer Bakirhan jî li navçeya Şemzînan a Colemêrgê dest bi hevdîtinan kir.

Hevserokên Giştî wê mehekê li qadê bin û bi gel re hevdîtinan bikin.

Konvoya DEM Partiyê li her cihê jê re derbas dibû rastî eleqeyeke mezin a gel hat.

Tuncer Bakirhan yê li navçeya Şemzînanê bû, ewil tev li vekirina buroya hilbijartinê bû.

Beriya vekirina buroyê Bakirhan anî ziman ku wê di 31’ê Adarê de qeyûman bişînin û wiha got:

“Me di vê hilbijartinê de ji Şemzînanê dest pê kir û dê Şemzînan bi ser keve.

Yên ku kurdan qebûl nakin, ji bo kurdî dibêjin ‘zimanê nayê zanîn an jî X.’ Divê xelkê Şemzînanê bersiva wan bide.

Piştî axaftinan jî bûroya hilbijartinê hate vekirin.

Bakirhan û şandeya pêre piştre derbasî navçeya Geverê bûn.

Rawestgeha destpêkê ya Tulay Hatîmogûllari û şandeya pê re jî Erdexen bû.

Li wir jî Tulay Hatîmogûllari xîtabî girseyê axivî û ji bo pêşwazîkirina germ spasiya xelkê navçeyê kir.

Di axaftina xwe de Tulay bertek nîşanî polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP ên talankar da û qala projeyên partiya xwe ên ji bo navçeyê kir.

Piştî serdana li wir, Tulay Hatiomgullari û şandeya pêre berê xwe dana Qersê.

Li pêşiya avahiyê ya rêxistina partiyê Tulay Hatîmogûllari bang li gel kir û got:

“Ji bo serkeftinê divê her kes bi fedakariyeke mezin bixebite.”

Back to top button