Li Dadgeha Amerîkayê ji ber 25 giliyan doz li Mesrur Barzanî hatiye vekirin

Piştî ku Rêxistina Sindoqa Qurbaniyên Kurdistanê li dijî neviyên Barzanî doz vekir, niha jî Dadgeha Federal a Amerîkayê daxwaz ji Mesrûr Barzanî dike ku bersiva van tohmetên li ser wî bide.
Di giliyê de kuştin, sextekarî, şahîdiya direwîn, revandin, jenosîd, binpêkirina mafê mirovan û gelek tişên din hatiye tomar kirin.
Gorî biryarê divê Mesrur Barzanî di nava 12 rojan de bersiva Dadgeha Federal a Amerîkayê bide.

Di 30’ê Çileya îsal de Rêxistina Sindoqa Qurbaniyên Kurdistanê li Dadgeha Federal a Amerîkayê giliyek dijî Mesrur Barzanî û neviyên Barzanî li ser 25 tometan vekir.

Ev gilî li ser tometên ‘kuştin, sextekarî, şahîdiya direwîn, revandin, jenosîd, binpêkirina mafê mirovan, êşkencekirina welatiyekî Amerîkî, ne li gorî yasayê derxistina welatiyan ji ser erk û milkên wan, bazirganîkirina madeyên narkotîk, bazirganîkirina li gel kesayet, kom û rêxistinan ku li gel Amerîkayê di lîsteya terorê dene, hatiye tomar kirin.

Dadgeha Federal a Amerîkayê jî daxwaz bersivdayînê ji Mesrur Barzanî kir.

Dadgeha Amerîkayê 21 roj dem dabû Mesrur Barzanî: 12 roj maye

Dadgeha Federal a Amerîkayê di 15’ê Sibatê de biryarek pêşkêşî Mesrur Barzanî kir û 21 roj dem da ku bersiva tometên li ser wan bide.

Di dawiya biryarê de hatiye diyarkirin ku ger di dawiya demê hatî diyarkirin de bersivek neyê dayîn wê rêkarên pêwîst werin girtin.

Li gorî dema hatî diyarkirin, divê Mesrur Barzanî di nava 12 rojan de bersiva Dadgeha Federal a Amerîkayê bide.

Lê heta niha jî Mesrur Barzanî bersivek ji bo dadgehê nedaye.

Back to top button