Pêngava komkirina îmzeyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam e

Ji bo azadiya fîzîkî ya rêberê aştiyê Rêber Apo çalakî li herêmê dewam dikin.
Li dehan bajar û navçeyên 3 kantonan komkirina îmzeyan pêk tê.
Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî pêngav rastî eleqeyek mezin tê.
Ji hemû pêkhateyên herêmê welatî ji bo îmzeyê berê xwe didin standtên komkirina îmeyan.

Pêngava komkirina îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Qamişlo û navçeyên wê rastî elaqeyeke mezin tê.

Bi heman awayî li Hesekê jî di roja 3’an de îmze li taxên Kelasê, Til Hecer, Mişêrfê û Nasrayê hatin komkirin.

Hêjayî gotinê ye ku li Tirbespiyê, Til Hemîs, Çilaxa, Til Koçer, Girkê Legê, Dêrikê û Amûdê yên kantona Cizîrê jî pêngav dewam e.

Li Kobanê Komîteyê komkirina îmzeyan li deverên cuda yên Kobanê îmzeyan kom dikin.

Xebatên komkirina îmzeyan li Reqa jî didome.

Yek ji welatiyên ku îmzeya xwe da Sadiq El Hindawî got:

“Bi saya fikrên Rêber Apo em ji pergalên desthilatdar û kapîtalîst rizgar bûn.

Em bang li her kesî dikin ku bi erkên xwe yên wijdanî li hember Rêber Apo rabe.

Şêniyên taxên Şêx Meqsû û Eşrefiyê yên Helebê jî pêşwaziya komîteyên komkirina îmzeyan kirin û îmzeyên xwe dan.

Şeban Hemada yê ji pêkhateyên Ereb wiha derbarê mijarê de anî ziman:

“Heta em Rêber Apo di nava xwe de nebînin, em dest ji lidarxistina çalakiyan bernadin.”

Pêngava komkirina îmzeyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam e

Back to top button