Rêxistina UNICEF carek din li ser kantona Efrîn û Şehba av qut kir

Şehba û kampên koçberên Efrînî yên li herêmê di nava dorpêçek şidandî de ne.
Li aliyekê zexta hikumeta Şamê û li aliyê din êrişên dewleta Tirk a qirker li ser herêmê.
Di nava rewşek wiha de, rêxistinên navnetewî jî yek bi yek pişta xwe didin herêmê.
Herî dawî niha li nava kampê aloziya Avê heye.
Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) bi rêya sarîcan av ji Helebê di anî û bi valekirina li depoyên avê, li herêmê dihat belavkirin.
Lê ev hefteyeke wan jî ev xebata xwe rawestandine.
Hevserokê Şaredariya Gel a kantonê Mihemed Şêxo hişyarî da ku eger qutkirina avê dewma bike wê karîstek rû bide.

Back to top button