Piştî bombebarana balafirên şer ên Emerîkayê ji cihên wan ên li Idlibê re… Emerîka çeteyên Dewleta Tirk ên bi navê ”Huras El-Dîn” xist lîsteya Teror de.
Wezîrê Karên Derve yê Emerîkayê Maik Pompeo ragihand ku ”Emerîka ji niha û şûn de wê li dijî komên Terorîst ên li Sûriyê bêhelwest nemîne.”
Beriya 10 rojan Fermandariya Navendî ya Emerîkayê CENTCOM ragihand balafirên şer ên Emerîkayê deverên çeteyên ”QAÎDAyê” li bakurê Idlibê kirin armanc.
Di encam de bêhtirî 52 çeteyên dewleta Tirk ên bi navê ”Huras El-Dîn” hatin kuştin.
Ji bo berdewamiya armancgirtina van çeteyan, nemaze piştî ku Emerîka ragihand ”ev çeteyên li Idlibê li dijî ewlehiya netewî ya Emerîkayê Gef in” îro Emrerîka bi awayekî fermî çeteyên bi navê ‘”Huras El-Dîn” xiste lîsteya terorê.
Wezîrê Karên Derve yê Emerîkayê Maik Pompeo ragihand ku ”Emerîka ji niha û şûn de wê li dijî komên Terorîst ên li Sûriyê bêhelwest nemîne.”
Ev kom beşdarî Artêşa bi navê Neteweyî û pabendî li hevkirina Putin û Erdogan a li Sotiçiyê nebû..
Li gorî şopînerên şerê li herêmê, ev helwesta Huras El-Dîn ji bo sivikirina barê Dewleta Tirk e û xwe ji bin zextên Rûsyayê biparêze..
Gava Emerîkayê jî, piştî nakokiyên wê bi Tirkiyê re derket holê..
Ev yek nîşan dide, Emerîka fişaran li Tirkiyê dike ku ji Rûsyayê dûr bikeve û şertên wê yên li herêmê bi cih bîne..
ÇETEYÊN HURAS EL- DÎN
SALA 2016’AN PIŞTGIRIYA EL-QAÎDÊ KIR
PAŞÊ JI “HEYET TEHRÎR EL-ŞAM” VEQETIYA
SIBATA 2018’AN XWE WEKE RÊXISTIN RAGIHAND
LI IDLIB, HEMA Û LAZIQIYÊ BELAV DIBIN
HEJMARA WAN DERDORA 2000 ÇETE YE