Li Tebqayê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Apo û planên bi armanca têkbirina ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiya kovedanê hate destpêkirin.
Çalakvanan di çalakiyê de tecrîd û êrişên ser herêmê şermezar kirin û peyama hevgirtinê dan
Çalakiya konvedanê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê ve bi dirûşma “Bi vîna malbatên şehîdan em ê tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin û wî fîzîkî azad bikin” hat organîzekirin.
Bi sedan şênî, şêx û rûspiyên Tebqayê, endamên saziyên sivîl, Kombûna Jinan a Zenûbiya û Partiya Sûriyeya Pêşerojê li cihê çalakiyê amade bûn.
Kesên ku li wir axivîn êriş şermezar kirin û gotin:
“Hêzên serdest gelek derfetên madî û manewî pêşkêşî Rêbertî kirin da ku dev ji fikr û fesefeya xwe berde.
Lê Rêbertî ev derfet red kirin, ji ber wê jî zexta li ser wî zêde kirin û hevdîtina bi parêzer û malbata wî re qedexe kirin.”
Her wiha hate gotinê ku ramanê Rêber Apo di nava civakê de belav bûye.
Çalakvanan diyar kirin ku ew ê bi hêza gelê û hêzên leşkerî ve planên qirêj û şerê taybet têk bibin.
Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Rêber Apo hat pêşandan.
Çalakiya konvedanê wê heta sibe bidome.