Dagirkeran gundê Minbicê topbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê îro danê êvarê gundên Minbicê topbarankirin.
Li gorî agahiyan bêtirî 20 guleyên obîs û hawnan li nav gundan ketine.

Artêşa Tirk a dagirker gundên Ereb Hesen, Seyada û Om Cilûd yên Minbicê bi dijwarî topbaran dikin.

Li gorî nûçegihanê Hawarê bêtirî 20 guleyên obîs û hawnan li nav gundan ketine.

Topbaran çeteyan heta demekî dirêj dewam kiriye.

Lê têkîldarî ziyanên êrişan agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.

Dewleta Tirk êrişî gundên Şêrawa û Girê Spî kir

Back to top button