Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ku li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku li gundên Hesekê gelek çek û cebilxane desteser kirine.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê derbarê operasyonê de de ev agahî parve kirin:
“Di çarçoveya operasyonên lêgerînê yên domdar ên hêzên me de, roja înê li gundê Elûs ê bajarê Şedadê miqdareke çek û cebilxane ji aliyê hêzên me ve hate desteserkirin.
Komên terorîst hewl dida bi wan cebilxane ya êrişî navendên hêzên me û bajaran bikin.”
Di dewama daxuyaniyê de navendê diyar kir ku QSD’ê li derdora bajarê Şedadê jî, dikên (qaîde) avêtina moşek û hewanan desteser kirine.
Navendê teqez kir ku wê operasyonên wan li dijî kes an jî aliyên dixwazin tevliheviyê li herêmê derxînin û aştiya navxweyî têk bibin, bidomin.