Şêxê Eşîra Cibûr: PKK’ê ji bo parastina xaka xwe li ber xwe dide

Serokê Meclisa Eşîra Cibûrê Fewaz Zûba El Mîrhem dibêje berxwedana PKK’ê wan diparêze.

Fewaz Zûba El Mîrhem li dijî êrişên dewleta Tirk ên li dijî gerîlayên azad bertek nîşan da.

Fewaz anî ziman ku dewleta Tirk ji bo dagirkirinê êrişî başûr dike û ev tişt got:

”Em li dijî dewleta Tirk in. Ew dixwazin xaka me dagir bikin. Ev hemû jî bi serkêşiya Erdogan têne kirin.”

Fewaz Zûba balkişand ser berxwedana gerîlayan ya li hember êrişên Tirkiyê û wiha dewam kir:

“PKK hêzek ji bo axa xwe biparêze berxwedanê dike.

Dewleta Tirk a ji vê yekê aciz e, ji bo tolê hilîne yekser dest bi êrişên ji bo dagirkirinê kir.”

Serokê Meclîsa Eşîra Cîbûrê dawiyê tekez kir ku yekane hêza li dijî êrişên dagirkeriyê li ber xwe dide PKK’ê ye.

Back to top button