Lîna Berakat: Têkiliyên xeter û veşartî di navbera Tirkiyê û hikumeta Şamê de pêk tê

Koordînatora Giştî ya Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berakat diyar kir ku ne dûr e lihevkirineke veşartî têkildarî berdewamkirina guhertina demografiya herêmên dagirkirî di navbera dewleta Tirk û hikumeta Şamê de hebe.
Lîna bang li hêzên nevdewletî kir ku piştgiriya gelê Sûriyê bike.

Hikumeta Şamê piştî 17 rojan, nerazîbûn nîşanî projeya mêtîngeriyê da ku serokkomarê dewleta Tirk a dagirker di 3’yê Gulanê de ragihandiye.

Ji ber wê gumanên têkildarî hebûna lihevkirina di navbera Dewleta Tirk û hikumeta şamê de, bi taybet li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn.

Têkildarî mijarê Koordînatora Giştî ya Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berakat Ji ajansa ANHA yê re axivî.

Lîna Berakat anî ziman ku ji bo guhertina demografiya Sûriyê, lihevkirineke veşartî di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk de heye.

Hikumeta Şamê bi serkêşiya rejîma Baas, sala 1963’an bi rêya kembera erebî demografiya herêma di navbera Dêrik û Girê Spî de guhert.

Lîna di dewama axaftina xwe de got:

Di gelek boneyan de rayedarên Tirk hebûna têkiliyan bi hikumeta Şamê re eşkere kirin.

Her wiha dezgehên çapemeniyê yên nêzî desthilata Tirk agahiyên der barê pêkhatina hevdîtinan di navbera Enqere û Şamê de belav dikin.

Lîna Berakat tekez kir ku armanca Dewleta Tirk têkbirina hebûna Rêveberiya Xweser û projeya wê ya demokratîk e û wiha anî ziman:

Avakirina avahiyên mêtîngeriyê li herêmên dagirkirî sûceke şer û qirkirineke civakî û çandî ku li dijî lihevkirin û peymanên navneteweyî ye.

Koordînatora Giştî ya Meclisa Jinan a Sûriyê Berekat Lîna di dawiyê de bang li rêxistinên navneteweyî kir ku piştgiriya gelê Sûriyê bikin û penaber vegerin warên xwe yên resen.

Back to top button