Li Bakurê Kurdistanê kampanyaya “her Mal Bibe Dibistaneke Zimanê Kurdî” hatiye despêkirin.
KNK’ê ji bo piştevaniyê bang li herkesê kir.
Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya KNK’ê li ser miajrê xaxuyaniyek nivîskî weşadn.
KNK’ê kampanya pîroz kir û hêviyên xwe yên ji bo pêşxistin û serkeftina wê anî ziman:
“Zimanê Kurdî mal û hebûna nasnameya me ye.
Ji bo me Kurdan ziman welatek e ku me hemûyan di bin sîwana xwe de tîne cem hev û dike yek. ”
Her weke ji bo pêşxistina vê xebatê jî diyar kir ku ev erkeke bi rûmet û resen yê li ser milê her kurdekî ye.
KNK’ê bang li hemû malbatên li Bakurê Kurdistanê kir ku beşdarî vê kampanyayê bibin û malên xwe bikin dibistan û fêrgeha zimanê Kurdî.
Rol û piştevaniya medyayê ji bo vê xebatê jî hate bibîrxistin.
Herî dawî bangek ji bo tevahî gelê kurd yê li her çar beşên Kurdistanê kir û wiha bi dawî kir:
“Em bang li gelê Kurd û Kurdistaniyên li çar aliyên cîhanê û beşên din ên Kurdistanê dikin ku beşdarî vê kampanyayê bibin.
Ji bo zimanê Kurdî were garantîkirin.



