Dewleta Tirk stasyona Petrolê ya Tirbespiyê bombebaran kir

Dewleta Tirk duh careke din êrişî herêmê kir , weke her car binesaziya vê herêmê kir armanc .
Navendên petrole yên li Tirbespiyê bombebaran kir.
Her wekî di encama êrişa li ser Eyn Îsa kehrebe bi temamî qut bû.

Duh dewleta Tirk Bendava başûrt a Dêrikê û navendên petrolê yên Tilxatûnê û Ûdê yên Tirbespiyê 4 caran bombebaran kir.

Ji ber topbaranê kehrebe li ser Eyn Îsayê qut bû

Her wekî êrişî xeta kehrebê ya li nêzî gundê Cidêde yê li rojavayî Eyn Îsayê ku kehrebeyê dide kargeha Lafarge kir.

Di encamê de kehrebe li ser dehan gundên Eyn Îsayê qut bû.

Li gorî komîteyên pispor, kehrebe ji gundê Cidêdê heta bi navçeya Curn û heta bi sînorê Sûriye-Tirkiyê qut bûye.

Dagirkeriya Tirkiyê Eyn Îsa û gundewarê wê topbaran kir

Back to top button