Çalakvanên Başûr: Divê hemû Kurd daxwaza rakirina tecrîdê bikin

Çalakvanên Hewlêrê derbarê tecrîda li ser Rêber Apo de, diyar kirin ku terîdkirina Rêbertî, tecrîdkirina hemû kurdan e û gotin:
“Ji bo ev tecrîd bê rakirin, divê hemû kurd xwedî helwest bin.”

Çalakvan Hawrê Kurdî da zanîn ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, beşek ji qirkirina dewleta Tirk a dagirker li ser Kurdan e û wiha axivî:

“Rêber Ocalan kilîta çareseriyê ye û ji bo aştiya li Rojhilata Navîn, xwedî rolek bi bandore.

Divê aliyên siyasî û hemû pêkhate, ji bo rakirina tecrîdê, bikevin nava tevgerê û daxwaza azadoyê wî bikin.”

Çalakvan Zêwerî Gerdî jî li ser heman mijarê, destnîşankir ku tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, tê wateya tecrîdkirina hemû Kurdan, ji bo vê jî pêwîste tecrîda li ser Rêber Apo bê rakirin û got:

“Ji ber ku bi azadbûna Rêber Ocalan, wê tevahî gelê Kurd jî azad bibe.

Pêwîste rayedarên Herêma Kurdistanê û tevahî Kurd daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêber gelê kurd bikin.”

Saziyên maf û hiqûqê têkildarî tecrîda li Îmraliyê serî li CPT dan

Back to top button