Heya zarok jî ji hovîtiya dewleta qirker xelas nebûn.
Duh di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê de zarokê bi navê Ebdo Mistefa Henîfî lingê wî jêbû.
Ji bo piştevaniya Ebdo kampanyaya haştagê hate destpêkirin.
Duh di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li ser gundê Qeremox ê 18 km dikeve rojhilatê bajarê Kobanê de zarokê bi navê Ebdo Mistefa Henîfî (4) lingê wî jêbû.
Her wiha 5 kesên din ji malbata wî birîndar bûn.
Ji bo piştevaniya Ebdo kampanyaya haştagê ” #Not_a_terrorist_I_need_my_leg ” hate destpêkirin.
Bikarhênerên medya civakî elaqeyeke mezin dan kampanyayê .
li gel haştagê wêneyên Ebdo Mistefa Henîfî hat parve kirin.