Dîsa êriş , û disa kobanê ..
Dewleta tirk a dagirker duh êrişê gundê Qeremox ê Kobanê kir.
kamerayan kêliyên ku 3 jin birîndar bûn kişandin.
Em bi hevre temaşe bikin .
Dewleta Tirk a dagirker duh navenda Bajarê Kobanê û gundên rojhilat ên bajêr bombebaran kirin..
Di encama van êrişan de welatiyek şehîd bû û 12 welatî jî birîndar bûbûn.
Di êrişa li ser gundê Qeremoxê ya Kobanê de kêliyên ku 3 jinan birîndar dibin, di dîmenan de xuya dike.
Kesên ku di êrişê de birîndar bûn ji aliyê şêniyên gund ve bi lez û bez rakirin nexweşxaneyê.
Berevajî dîmenên di kamerayan de tên nîşandan û propagandaya ku êriş li ser sînorên me tên kirin.
Bi awayekî zelal tê dîtin ku dewleta Tirk rasterast êrişî gund û welatiyan kiriye.



