Leşkerekî hikumeta Şamê li gundê Şewarxa ya navçeya Şera birîndar bû

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Malikiye yê navçeya Şera topbaran kir.
Di danê êvarê de jî dagirkeran gundê Şewarqa yê Şera toparan kir. Di êrişê de leşkerekî hikumeta şamê birîndar bû.
Piştî wê jî dagirkeran gundewarên navçeya Eyn Îsayê da ber topan di encamê de kehrebe li ser dehan gundan qut bû.

Di danê êvarê de jî dagirkeran gundê Şewarxa ya navçeta Şera a herêma Efrînê Topbaran kir.

Li gorî agahiyan di encama êrişê de leşkereke hikumeta Şamê birîndar bû.

Ji ber topbarana dagirkeran kehrebe li ser Eyn Îsayê qut bû

Piştî wê jî dewleta Tirk a dagirker xeta kehrebê ya li nêzî gundê Cidêde yê li rojavayî Eyn Îsayê ku kehrebeyê dide kargeha Lafarge topbaran kir.

Di encamê de kehrebe li ser dehan gundên Eyn Îsayê qut bû.

Li gorî komîteyên pispor, kehrebe ji gundê Cidêdê heta bi navçeya Curn û heta bi sînorê Sûriye û Bakurê Kurdisanê qut bûye.

Hate ragihandinê tîmên tamîrkirinê ji ber topbaranê nikarin xwe bigihînin wir û xetê tamîr bikin.

Back to top button