Li Hesekê eşîra Sade El Niêm û El Cihêş li hev hatin

Li Hesekê bi beşdariya 500 rûspiyên eşirên Bakur û rojhilatê Sûriyê merasîma lihevanîna eşîra Sade El Niêm û El Cihêş hate lidarxistin.

Li hevhatin bi alîkariya Nivîsgeha Têkiliyan ya QSD’ê û hevkariya rûspiyên êlên Ereb û Kurd li kantona Cizîrê pêk hat.

Sedema nakokiyê jî di nava her du êlên nav borî de, ji berî 6 mehan de ye ku ferdekî êla El Cihêş ji aliyê êla Sade El Niêm ve hatibû kuştin.

Serokê Medclisa Rûspiyan a Hesekê Ekrem Mehşoş axivî û got:

“Di navbera eşîrên kantona Cizîrê û Sûriyeyê de têkiliyên xurt hene, ew mozaîkeke xurt in û nayên jevkirin.”

Berdevkê eşîra El Cihêş Mihemed El Zîbo jî spasiya beşdaran kir û wiha axivî:

“Tevahî êl û eşîrên li Hesekê yek in. Şaştî çêdibin, lê em bi yekitiya xwe derbas dikin.”

Merasîma lihevanînê bi silavdayînê û îmzekirina li ser peymana lihevanînê bi dawî bû.

Back to top button