“Rêber Apo ji girêdana neteweyî bû rêberekî navneteweyî”

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Desteya Tensîq Wetanî -Tevgera Guhartina Demokratîk Ziyad Wetfê dibêje:
“Rêber Ocalan girêdanên neteweyî derbas kir û bû rêberekî navneteweyî û fikrên wî girêdanên neteweyî derbas kirin.”

Ziyad Wetfêê li ser siyasetên hêzên komploger ên li dijî Rêber Ocalan û tecrîda li dijî wî axivî.

Wetfê got:

Armanca Rêber Ocalan ne tenê rizgarkirina gelê Kurd bû..

Armanca wî rizgarkirina gelê herêmê ji tevahî şêweyên destpotî, hegemonî bû..

Rêber Ocalan ne tenê weke kes hate hedefgirtin, lê belê wek sembol û rêberekî projeya ronesansê ya gelê herêmê hate hedefgirtin

Ziyad Wetfê têkildarî tecrîdê ev tişt got:

“Gotineke ji Rêber Ocalan erkanên rejîmên destpot dihejîne.

Ji ber ku rêveçûnên hêzên gelan ronî dike.

Ji lew re tecrîdê li dijî wî ferz dikin, da ku gotina wî negihîje gelên pê bawer in.”

Ziyad Wetfê tekez kir ku divê her kes dengê xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bilind bikin..

Back to top button