Emîna Osê: Divê gel li dijî tecrîdê derkeve

Cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîna Osê ji Ronahî Tv re got:
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan û pûçkirina tecrîdê divê gel asta têkoşînê bilind bike.

Têkildarî komploya navneteweyî jî Amîna Osê got:

“Heta ku têkoşîna li ser bingeha azadiya civakê bi pêşengiya jinê bê meşandin, wê komploya navneteweyî negihêje encamê.”

Amîna Osê bêdengiya CPT ya li dijî tecrîdê rexne kir.

“Rêvberiya Xweser bi erkên xwe yên mirovî rabû”

Derbarê erdheja dawî ya ku li Sûriye û Tirkiyê rû da, Emîna got:

Rêveberiya Xweseriy û gelên herêmê tevî kêmbûna derfetan , bi erkên xwe yên niştimanî û mirovî rabûn.

Emîna Osî diyar kir ku astengkirina hikûmeta Şamê û dagirkeriya Tirkiyê ji gihandina alîkariyên Sûriyê ji bo Sûriyê parçebûna Sûriyê ye.

Amîna Osê bang li gelê Sûriyê divê rewşa heyî li hev xwedî derkevin.

Back to top button