Welatiyên Başûr: Biryara KCK’ê nîşaneya aştîxwaziyê ye

Welatiyên Başûrê Kurdistanê diyar kir ku biryara KCK’ê ya rawestandina çalakiyên leşkerî rêzgirtina li hemberî xwîna qurbaniyê erdhejê ye..

Di derbarê biryara KCK’ê de mamostayê Zanîngeha Selahedîn Qasim Ebdula got:

“Rawestandina şer û agirbesta ji aliyê gerîla ve nîşaneya aştîxwaziya wê hêzê ye.

Gelê Kurd û PKK’ê li dijî şerkirinê ne, lê neçarmane çek bikarbînin.

Dewleta Tirk di hemû dem û gavê de, dev ji dijminahiya gelê Kurd bernade”.

Pêşmergeyê Dêrîn Kemal Hisên jî derbarê mijarê de axivî û ev tişt anî ziman:

“Rawestandina çalakiyan ji aliyê PKK’ê ve diyardeya PKK’ê ya ku hemû deman li dijî şerkirinê li gel aştiyê ye.

Ji bo wê divê dewleta Tirk helwesta xwe ya li dijî gelê Kurd û PKK’ê di ber çavan re derbas bike.

Ji ber ku hêza gelê Kurd daxwaza mafên gelê xwe dike.

Di vê karesata li Bakur û Rojavayê Kurdistanê rû dayî de, PKK’ê jiyana mirovan û hevkariyê li pêşiya her tiştî girt.”

Welatiyên Başûr: Biryara KCK’ê pîroz e

Back to top button