Amerîka: Hikumeta Şamê berpirsê astengiya pêkanîna biryara 2254’an e

Rayedarekî Karên Derve yê Amerîkayê got çareya herî guncaw ji bo krîza Sûriyeyê pêkanîna biryra 2254’an e û hikumeta Şamê vê biryarê asteng dike.

Cîgirê alîkarê wezîrê Amerîkayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn Ethan Goldrich ji malpera Siwêda 24 re got,

“Çareya yekane ji bo krîza Sûriyeyê pêkanîna biryara 2254’an e.

Ethan Goldrich anî ziman ku hikumeta Şamê berpirsê astengiya pêkanîna vê biryarê ye û ev tişt anî ziman:

“Hîna rejîma Esed li pêş pêkanîna çareseriyekê siyasî ji krîza Sûriyeyê re asteng e.

Divê rejîma Esed li danûstandinan vegere û nûnerên xwe xurt bike û bi niyeteke baş li şûna gelê Sûriyê dan û standinan bike.”

Goldrich daxuyand ku hebûna leşkerî ya Amerîka li Sûriyê di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de ye û wiha bi dawî kir:

“Amerîka di çarçoveya stratejiya xwe ya giştî ya têkçûyîna mayînde ya DAIŞ’ê û El Qaîdê de bi hevkariya QSD’ê û hevkarên herêmî re pabend e ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Tenefê bimîne.”

Back to top button