Jinên herêmê: Divê sûcdaranên şehîdkirina Zelal Zagros werin darzandin

Nerazîbûnên li hember şehîdkirina şoreşgera kurd Zelal Zagros berdewam in.
Li Heleb, Şehba, Minbic û Eyn Îsa şehîdkirina şoreşgera Kurd hate şermezarkirin.
Her wiha bang li hikumeta başûr û Iraqê hate kirin ku derbar buyerê lêpirsînê vekin û sûcdaran darzînin.

Li herêmê şehîdkirina têkoşer Zelal Zagros rastî bertekan tê.

Di vê çarçoveyê de, Kongra Star li Helebê daxuyaniyek da.

Kongra Star diyarkir ku şehîd Zelal Zagros, ji bo birêxistinkirina jinan û xurtkirina wan sînorên Rojava derbas kirin, li Şam û Ermenistanê bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan têkoşiya.

Hate destnîşankirin ku şehîdkirina Zelal Zagros berdewama hedefkirina şehîd Nagîhan Akarsel, komkujiyên Parîsê yên yekemîn û duyemîn in.

Dawiyê bang li jinên cîhanê û Başûrê Kurdistanê hat kirin ku hevgirtî bin û ji bo hesab ji sûcdaran bê pirsîn bixebitin.

Kongra Star a kantona Efrîn û Şehbayê jî têkildarî şehîdkirina Zelal Zagros daxuyaniyeke da.

Kongra Star eşkere kir ku armanca êrişa li hember Zelal Zagros têkbirina vîn û keda jinê ye.

Kongra Star bang li hikumeta başûr û Iraqê kir ku derbarê buyerê lêpirsînê veke û sûcdaran darzînin.

Xelkên Minbicê jî bi daxuyaniyekê êrişên MÎT’a Tirk yên li dijî tekoşer û şoreşgerên Kurd şermezar kirin.

Jinan tekez kirin ku bi van siyastên qirêj wê nikaribin vîna jinên azad têk bibin berovajî roj bi roj xwedîderketina jinan û hêza wan zêdetir dibe.

Li Eyn Îsa jî Kongra Star û jinên malbatên şehîdan derbar mijarê daxuyaniyên cuda dan.

Di her du daxuyaniyan de, hedefkirina çalakgerên jin ên ji bo rizgariya jinan ji hişmendiya desthilatdar têdikoşin, hate şermezarkirin.

Jinên li Eyn Îsa soza dan ku ew ê heta koletî û zihniyeta desthilatê bên tunekirin, têbikoşin.

Back to top button