Jinên Başûrê Kurdistanê: Divê kujerê şehîd Zelal bê eşkerekirin

Gelek rêxistinên jinan yên Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyên cûda êrîşa li dijî şoreşger û çalakvan Zelal Zagros şermezar kirin ku gotin:
“Kuştina jinan li Herêma Kurdistanê bûye rûdanên ji rêzê.
Dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê berpirsên êrîşa li dijî Şehîd Zelal in.
Em bang li rayedarên Başûr dikin ku di demek nêz de kujerê Ş.Zelal cezabikin.”

18’ê vê mehê şoreşger û têkoşer Firyal Xalid (Zelal Zagros) li bajarê Kerkûkê ya Başûrê kurdistanê bi êrişeke çekdarî bi rêka du kesan hat şehîdkirin.

Li Silêmaniyê gelek rêxistinên jinan ên aliyên siyasî bi daxuyaniyekê êrîşa li dijî siyasetmedar û çalakvan Zelal Zagros şermezar kirin û gotin:

“Şehîd Zelal serdana Başûrê kurdistanê kiribû têkildarî xebat û têkoşîna jinên Rojava bi rêxistinên jinan ên Başûrê Kurdistanê re hevdîtin pêk anî.

Em bang li rayedarên peywendîdar dikin ku di zûtirîn dem de kujerê şehîd Zelal ceza bikin.”

Endama Komîteya Jin ya Tevgera Azadî Sara Reza jî diyar kir ku pergala heyî ya li cîhanê ji jinên azad û pêşeng ditirse û ev bang kir:

“Em bang li tevahî gelê Başûr dikin ku xwedî helwest bin û pêşî li qetilkirina jinan bigirin.”

Her wiha li ser navê Înîsiyatîfa Parastina Jinên Kurdistanê Şeyda Merûf jî axivî û got:

“Kuştina jinan li Herêma Kurdistanê bûye rûdanên ji rêzê.

Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî vê yêkê rabin.”

TAJÊ: Şehîdkirina her jineke pêşeng hêrsa me mezintir dike

Back to top button