Tevgera Azadiya Jinên Êzidî-TAJÊ bi daxuyaniyeke çapemeniyê şehîdkirina jina siyasetmedar û çalakvana siyasî Firyal Silêman Xalid şermezar kir.
TJA diyar kir ku wê qetikirina jinên şoreşger û pêşeng gav bi têkoşîna jinan bi paş ve nede avêtin û berovajiyê wê hêrsa jinan mezintir dike.
Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Endama Kordînasyona TAJÊ Neam Bedel ve hate dayîn.
Dayê Neam dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê ji qetilkirina Firyal Silêman berpirsyar girt û got:
“Firyal Silêman xwedî keda 31 salan a têkoşînê bû, cihê wê yê di doza têkoşîna azadiya gelê xwe û gelên bindest yên herêmê de bêhempa bû.
Em wê birêzdarî bibîr tînin û bejna xwe li ber wê ditewînin.”
TJA: Ronîkirina êrişa li dijî Firyal Silêman peywira pdk’ê ye
Li aliyê din Tevgera Jinên Azad-TJA jî bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî qetilkirina Firyal Silêman Xalid da û got:
“Em hêzên pişt sûîqesta Kerkukê baş nas dikin.
Kesên ku bûn sedema qetilkirina jinên wekî Rosa, Sakîne, Sêvê, Nagihan, Evîn Goyî û Denîz Poyrazan car din li Kerkukê rûyên xwe nîşan dan.”
TJA’yê da zanîn ku ronîkirina komkujiyê, eşkerekirin û cezakirina kujeran peywira hikumeta başûrê Kurdistanê ye.