Kongra Star: Êrişa li dijî hevrêya me Zelal polîtîk e

Li dijî şehîdkirina siyasetmedara kurd Zelal Zagros, Kordînasyona Kongra Star, Meclisa Kombûna Jinan ya Zenûbiya, Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistanê û Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê daxuyaniyên cuda dan û bang li saziyên eleqeder kirin ku vî sûcî ronîbikin û hêzên li pişta wan eşkere bikin.

18’ê vê mehê şoreşger û têkoşer Zelal Zagros li Kerkûka Başûrê kurdistanê bi êrişeke çekdarî bi rêka du kesan hat şehîdkirin.

Kordînasyona Kongra Star têkildarî şehîdkirin Zelal Zagros daxuyanî da û ev nirxandin kir.

Endama rêveberiya me ya Kongra Star Zelal Zagros bi armanca rêxistinên jinan bibîne, hevdîtinê çêbike û ji pirsgirêkên jinan re çareserîyeke hevpar pêş bixe çûbû Kerkûkê.

Êrîşa li hember hevrêya me Zelal, ji êrişa li ser Nagîhan Akarsel, komkujiyên Parîsê ne qutin. Ev êrîş tirsa li hemberî jina xwe rêxistin dike, nîşan dide. Wekî berê jî diyar bûyî, eşkereye ku MÎT’a Tirk li pişt van êrîşa ye û pêk tînin.

Kongra Star dawiyê bang li hukumeta Iraqê kir ku kujeran bigrin, hesab ji wan bixwazin û got:

Ger ev êrîş neyên zelalkirin, ev tê wê wateyê ku hukumeta Iraqê jî hevkarê van êrîşa ne.

RJAK: Ev cînayetên herî tirsonek yên dagirker, sîxurên Tirk û PDK’ê ne

Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistanê (RJAK) bi daxuyaniyekê şehîdkirina jina şoreşger Zelal Zagros şermezar kir û got:

Êrîşa li dijî Zelal Zagros peyamek ji bo Kerkûkê ye.

Zelal Zagros bi mebesta ku serdana çend rêxistinên jinan bike, ji wan rêxistina me Rêxistina Azadiya Jinên Kurdistanê (RJAK), serdana Başûrê Kurdistanê kir.

Weke xebatkareke siyasî û xebatkara jinan bi ruhekî netewî bi jinan re kar kiriye.

Ev cînayetên herî tirsonek yên dagirker, sîxurên Tirk û PDK’ê bûn.

Dixwazin ku jin tenê bi cil û berg û bedenên kuklayan bin, ne hişyar û têkoşer bin.

TJK-E: Şehîdkirina Zelal Zagros êrîşeke li dijî îradeya hemû jinan e

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), jî bi heman armancê daxuyanî da û got:

Şehîdkirina Zelal Zagros êrîşeke mezin e ku li dijî îradeya hemû jinan, rêxistinbûn û hêza pêşeng a jinê ya di nava civakê de hatiye kirin.”

Ev êrîş dewama sûîqastên din ên siyasî, ji aliyê dewleta Tirk û hêzên wê yên terorîst ve pêk hate.

Ji bo ev sûc bên ronîkirin û hêzên li pişt wan bên eşkerekirin, em bang li saziyên eleqeder dikin ku demildest erkên xwe bi cih bînin.”

Meclîsa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk: Em ê têkoşînê bidomînin

Back to top button