Li Idlibê, çeteyan 2 panzerên Tirkiyê teqandin

Çete û dewleta Tirk êdî xwe bi xwe li Idlibê pêv dikevin, di encamê de jî duh 2 panzerên artêşa Tirk hatin teqandin.

Navenda Lihevanînê ya Rûsî jî ev yek piştrast kir.

Navendê da zanîn ku mayînek çeteyan li ser rêya bajarokê Sefhon, bi dewriyek Tirkiyê ve hat teqandin.

Di encamê de, 2 panzer hatin teqandin û 2 leşkerên Tirk jî birîndar bûn.

Navenda Lihevanînê ya Rûsî destnîşan kir ku, di 24 saetên dawî de, çeteyan 7 caran Idlibê topbaran kirine, lê agirbest ji aliyê rejîma Sûrî ve nehatiye binpêkirin.

Back to top button