Nûrşan Hisên: PDK dixwaze siyaseta dagirkeran bigihîne encamê

Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyê li Başûrê Kurdistanê Nurşan Hisên diyar kir ku girtina deriyê Sêmalka ji aliyê PDK’ê ve, tenê xizmeta dijminên gelê Kurd dike.
Nûrşan got; “PDK bi vê yekê, siyaseta dagirkeriya Tirk û rejîma Sûriyê temam dike..”

Di 12’ê Kanûnê de hêzên PDK’ê bêyî biryara Hikûmeta Başûrê Kurdistan û Parlamentoya Herêmê, deriyên di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê Pêşxabûr û El Welîd girtin.

PDK’ê rê nade ku tiştek derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe.

Derbarê mijarê de Nûnera Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Herêma Kurdistanê Nurşan Hisên axivî.

Nurşan PDK’ê bi xizmeta siyaseta dijminên Kurd binavkir û got;

Nûrşan Hisên: Girtina deriyê Sêmalka xizmetê ji dijminên Kurdan re dike

Nurşan Hisên di dewama axaftina xwe de got ku kiryarên PDK’ê yên dijî Rojavayê Kurdistanê, hemû di xizmeta dijminên gelê Kurd de ye û wiha pêde çû;

Nurşan herî dawî diyar kir ku girtina deriyan ji aliyê PDK’ê ve, dibe sedem dostên Rêveberiya xwe ser ên Rojavayê Kurdistanê ji bo vekirina deriyek din a di navbera Iraq û Rojavayê Kurdistanê, zextê bikin.

Back to top button