Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed li Helebê bi Sekretêrê Giştî ya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokrak a Sûriyeyê Ehmed Erec re civiya.
Sekretêrê Giştî ya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokrak a Sûriyeyê Ehmed Erec duh li bajarê Helebê pêşwaziya Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed kir. Di hevdîtinê de dosyayên siyasî û neteweyî yên eleqedar hatin nîqaşkirin.
Hevbendiya Nîştimanî ya Demokrat a Sûriyeyê der barê hevdîtinê de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di hevdîtinê de rêbazên xurtkirina tevkariya nîştimanî, mekanîzmeya entegrasyonê û avakirina lihevhatinan di nava hêzên siyasî de, her wiha peymana 29‘ê Çileyê û bandorên wê li ser rewşa siyasî ya Sûriyeyê hatin nîqaşkirin.
Hate diyarkirin ku dosyaya mafên çandî û girîngiya fermîkirina wan di destûrê de mijarek sereke ya hevdîtinê bû. Girîngiya xebata siyasî ya aştiyane jî wekî dergeheke esasî ji bo aramî û sepandina maf û azadiyan hate destnîşankirin.
Di hevdîtinê de her du aliyan girîngiya diyalogan di navbera hêzên nîştimanî de û xurtkirina lihevkirinan nîqaş kirin ku ‘‘piştgiriyê bide çareseriya siyasî, avakirina dewleta hemwelatîbûna wekhev û serweriya qanûn‘‘.
Ehmed Erec serdana Îlham Ehmed wekî gaveke girîng ji bo pêşxistina peywendî û diyaloga di navbera hêzên siyasî yên Sûriyeyê de destnîşan kir û anî ziman ku divê hevgirtina civakî di çarçoveya projeyeke nîştimanî ya giştî de were xurtkirin.
Ev hevdîtin, di çarçoveya gera hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed a li Efrîn û Helebê de pêk hat.


