Koçberekî ji gundewarên Serêkaniyê dema ku çû serdana gundê xwe dît ku zeviyên genim û ceh têne çinîn û ev bûye bi salan ew ji erdên wan mehrûm kirine.
Koçberekî ji gundê Xirbê Çemo yê Serêkaniyê Xidir Zahir Sîno dema ku serdana gundê xwe kir û xwest li rewşa mal û mulkên xwe binêre, matmayî ma.
Sîno dît ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker gelek erdên xelkê gund desteser kirine .
Sîno li ser tiştên ku li gundê xwe dîtine axivî û got:
Dema ez çûm serdana gundê xwe min dît 5 derase genim û ceh diçinin.
Min xwest ez nêzî karkeran bibim û bi wan re baxivim da ku erdê min bidin min, destûr nedan ku ez nêz bibim.
Sîno got ku dema ew ji gund derketiye dîtiye ku çeteyan destê xwe danîne ser erdên gundê wan û yên derdorê.
Yek ji malên gundiyan jî kirine cihê komkirina deraseyan û kesên li wê malê bûn, leşker bûn.
Koçberê Serêkaniyê Xidir Zahir Sîno daxwaz kir ku dawî li van kiryaran were û ewle vegerin gundê xwe.
Her wiha xwest ku mal û milkên wan ên desteserkirine li wan vegerînin.
Şêniyên Serêkaniyê ji sala 2019’an ve ji ber êrişa li ser Serêkaniyê û dagirkirina wê neçarî koçberiyê bûn.
Ev bi salane ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk mal û milkên wan dagirkirine.



