Rêveberiya Giştî ya Trafîkê biryareke nû belav kir û ragihand ku ji 1’ê tîrmehê û heta demeke ne diyar, tevgera motorsikilêtan bi temamî di nava sînorên Parêzgeha Hesekê de qedex ye.
Rêveberiya Trafîkê diyar kir ku ji bo xurtkirina selamtiya çûnûhatinê, parastina ewlehiya welatiyan û milkê wan, rêgirtina li ber binpêkirinan, ev biryara qedexeyê hatiye dayîn.
Rêveberiya Trafîkê bang li hemû welatiyan û xwediyên motorsiklêtan kir ku li gor naveroka vê biryarê tevbigerin û alîkariyê bi Trafîk û aliyên pêwendîdar re bikin.
Her wekî diyar kir ku dê dewriyeyên wan pêkanîna vê biryarê bişopînin û dê rêkarên qanûnî li dijî kesên binpê bike, bigirin.



