Şehîdê Rûmetê hunermed Rêber Îsa hat oxir kirin

Endamê Tevgara Çand û Hunera Demokratîk hunremend Rêber Îsa ku 18’ê Îlonê dema li ser karê xwe bû di encama qezayeke tirafîkê de jiyana xwe ji dest da û weke şehîdê rûmetê hate bi nav kirin.

Di merasîma oxirkirinê de li ser navê PYD’ê dayîka şehîd Siwar Minewir Xalid axivî û got: Heval Rêber bi saza xwe tu carî dest ji hunera xwe berneda, em jî weke hevalê heval Rêber heta henaseya xwe ya dawî tê bikoşin.”

Li ser navê TEV-ÇAND’ê hunermend Baran Dilbahar jî got: Heval Rêber weke welatparêzekî çi keta li ser milî wî bi dilxwaziyeke mezin bi cih anî.

Heta kêliya dawî jî li ser kar bû, bi vekirina çand û hunera gundê Sincaqa Sedûn ve xatir ji me xwest. Ji bo wê jî tevgara me heval Rêber layîqî xelata rûmetê dît.” Li ser navê malbata şehîd Rêber Îsa, Îbrahîm Seed jî axivî û got:

Heval Rêber bi saza xwe û bi rengê xwe xwe da nîşandan. Cihê bextewariyê ye ku mirov li ser xaka welatê xwe were oxirkirin.

Di dawiyê de jî xelata rûmetê ya TEV-ÇAND`ê radestî malbata şehîd hat kirin.

Back to top button