Îro mizgefta mezin a Hilalîyê mizgefta Şêx Izedîn bi navê xwe yê nû Mizgefta Rojava ya bajarê Qamişloyê piştî xebatên sererastkirin û jinûve lêkirinê
Bi fermiyetekê ji hêla Kongreya Îslama Demokratîk vehat vekirin.
Mizgefta Şêx Izedîn a bi navê xwe ê nû Mizgefta Rojava ku Mizgefta Mezin a Hilêlîyê tê naskirin hat vekirin.
Mizgeft bi amadebûna serokê Kongreya Îslama Demokratîk Mihemed Mela Reşîd Xerzanî, hejmarek ji oldar û xelkê taxê ve, hat vekirin.
Li herêmê mizgefta herî kevnar e, di 1955ˊan de hatiye avakirin.
Xebatên sererastkirinê beriya 2 salan bi destpêşxerêya yek ji malbatên herêmê yên li Almanyayê bi cih bûye pêk hatin.
Mizgeft ji 3’ê qatan pêk tê.
Qatek ji bo nimêjê, yek ji bo rûniştinên sersaxiyê û yek jî taybet ji bo jinan e.



