Şêniyên navçeya Şedadê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Ebdul-mecîd El Omer bi merasîmekî spartin axê.
Şêniyên navçeya Şedadê bi merasîmekî cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparatinê Ebdulmecîd El Omer li goristana şehîdan a navçeyê oxir kirin.
Di merasîmê de, Ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Fehmat Hesekê sersaxî ji malbata şehîd û hevalên wî re xwest û got:
“Yan serkeftin û jiyana bi rûmet an jî şehadet”
“Wan lehengan li hember komên terorîst şer kirin û serkeftin bi dest xist.
Ev serkeftin bi saya Rêber APO bû, ku ji girtîgeha Îmraliyê rêya ber bi azadiyê ve ronî kiriye.”
Dawiyê wesîqeya şehadetê hat hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.