Li Cenevre konferansek li ser tecrîda li Îmraliyê tê lidarxistin

Di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ li bajarê Cenevre yê Swîsreyê konferansek tê lidarxistin.
Hevserokatiya Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn di konferansê de axivî û got: “Girtîgeha îmraliyê li gorî hiqûqa hundirîn a Tirkiyê nayê birêvebirin.”

Di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ li bajarê Cenevre yê Swîsreyê konferansek tê lidarxistin

Konferans bi ser anvê ‘Li Cîhanê û Tirkiyê girtiyên siyasî’ tê rêvebirin.

Gelek nûner û rayedarên ji neteweyên cuda di rûniştina Konferansê de amade bûn.

Eren Keskîn: Li Îmraliyê tu hiqûq nayê pêkanîn

Hevserokatiya Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn di konferansê de axivî û diyar kir ku dewleta Tirk ti carî dest ji polîtîkaya înkarê bernade.

Eren balkişand ser tecrîda li îmraliyê û diyar kir ku girtîgeha îmraliyê li gorî hiqûqa hundirîn a Tirkiyê nayê birêvebirin.

Zelal Aydogan: Tecrîd bingehê bêhiqûqiya li Tirkiyê ye

Endama Komîsyona Girtîgehê ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) parêzer Zelal Aydogan jî balkişand ser bêhiquqiyên ku li girtîgehan tê kirin û ev tişt got:

“Gelek bêhiqûqî li dijî girtiyên siyasî hene.

Serkêşê van bêhiqûqiyan jî tecrîd e. Piştî ku Abdullah Ocalan anîn Îmraliyê, li girtîgehên Tirkiyê sîstemeke nû hate avakirin.

Ji wê rojê heta îro li girtîgehan li dijî girtiyên siyasî rejîmeke tecrîdê hate avakirin.”

Back to top button