Hevserokên Giştî yên DEM Partî di çarçoveya hevdîtinên xwe yên bi gel re, li Şirnex û Idirê bûn.
Hevserokan ji bo aramiya li nava Tirkiyê îşaret bi dawî anîna şer kirin û gotin: Eger hûn bixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin, wê demê îradeya birêz Ocalan esas bigirin û tecrîdê rakin.”
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan serdanên xwe yên li Şirnexê didomîne.
Bakirhan û şandeya pê reya, doh li navçeyên Elkê û Qilebanê bû, îro jî li pêşiya Rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê tevlî hevdîtina bi gel re bû.
Bakirhan, bal kişand ser bêusuliyên îktîdar di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de dike û wiha got:
“Di hilbijartinan de, dengê me dizîn û şaredarî bi dest xistin.
Dê ev gel di 31’ê Adarê de, bersiva herî mezin bide wan.”
Bakirhan, gefên Erdogan ên duh li dijî Rojava bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe:
“Çi feydeya topên diavêjin Rojava ji bo Tirkiyeyê heye?
Yên gefan li Rojava dixwin, ew kes in ku dibêjin ‘bila kurd dayika xwe nebînin.’
3 salin ev kes li ser birêz Abdullah Ocalan tecrîdê ferz dikin.
Eger hûn bixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin, wê demê îradeya birêz Ocalan esas bigirin û tecrîdê rakin.”
Hatîmogûllari: Wê qeyûm biçin û demokrasî were
Hevseroka Giştî ya DEM Partî Tulay Hatîmogûllari jî li navçeya Kulpê ya Îdirê bû.
Beriya hevdîtinê, Hatîmogûllari ji hêla namzetên hevşaredariyê Kader Yîgîtalp û Îsmet Îlkutlu û partiyan ve bi konvoya wesayîtan hate pêşwazîkirin.
Piştî axaftina namzetên şaredariyê, Hatîmogûllari bal kişand ser zextên ser partiya wan û got:
Wê qeyûm biçe û demokrasî were.
Hatîmogûllari jî wiha bersiv da girseyê:
“Va ye bila Enqere vî dengî baş bibihîse û bizane ku girtina partiyan nabe çareserî.”