Temellî bertek nîşanî CPT’ê da: Êdî guman li ser CPT’ê heye

Serokwekîlê Koma DEM-Partiyê Sezaî Temellî jî bertek nîşanî CPT’ê da got: “Êdî guman li ser rewabûna CPT’ê çêbûne.”

Serokwekîlê Koma DEM-Partiyê Sezaî Temellî jî bertek nîşanî CPT’ê da û got:

“Têkoşîna mafên mirovan, di nava sînorên burokrasiya xêzkirin de nayê dayîn. Êdî guman li ser rewabûna CPT’ê çêbûne.”

Temellî mafê hêviyê ya li ser asta cîhanî bi bîrxist û ev tişt anî ziman:

“Mirov fêm nake bê ka CPT’ê bi vê helwesta xwe û di hevdîtinên xwe yên bi Tirkiyê re çi kir û çi armanc dike.

Li girtîgehên Tirkiyê jî, binpêkirinên giran hene ku sedema wê tecrîda li Îmraliyê ye.

Lewma paşguhkirina CPT’ê ya vê rewşê, tiştekî watedar nîne.

Divê were zanîn ku çareseriya pirskirêka kurd li gel Ocalan e.”

Ji CPT’yê serdana ji bo Tirkiyê: Mêyî biçe Îmraliyê vegeriya

Back to top button