Di şerê li Xezayê de 92 kesên din mirin

Şerê li Xezayê 141 roje didome û rojane dibe sedema mirina bi dehan kesan.
Ji duh heta îro li gelek deverên bajêr şer û êrişên giran pêk hatin û 92 kesên din mirin.
Ji bo pêkanîna agirbestê û bi dawîkirina şer jî civînên navnetewî didomin.
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû jî, plana xwe ya piştî şer pêşkêşî hikumetê kir.

Ji bo şerê Xezayê ku 141 roje bi dijwarî didome heta niha tu nîşaneyeke çareseriyê xuya nabe.

Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê ragihand di nava 24 seetên dawiyê de, ji ber êrişan 92 kesên din mirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Ji şerê ku 7’ê Cotmeha 2023’an de didome zêdeyî 29 hezar 600 kes mirine û nêzî 70 hezar jî birîndar bûne.

Li aliyê din ji bo bi dawîkirina şer, pêkanîna agirbestê û berdana dîl-girtiyan jî hevditinên di asta navnewî de didomin.

Li ser şerê li Xezayê li Parîsê civîna çar alî hat li dar xistin

Lê heta niha di vê mijarê de tu encamek bi dest neketiye.

Piştî Misirê niha jî, li Parîsê civîn tên lidarxistin.

Li paytexta Fransa Parîsê di navbera Misir, Amerîka, Îsraîl û Qeterê de, civîna çar alî hat li darxistin.

Hat diyar kirin di civînê de ji bo dawîkirina şer, pêkanîna agirbestê û berdana dîl-girtiyan niqaşên girîng hatin kirin.

Rêveberekî Hemasê jî diyar kir wan pêşniyaza xwe bi Misirê re niqaşkirine û ew ê li bendê bin heta ku ew ji Parîsê vegerin.

Netanyahû plana xwe ya piştî şer pêşkêşî hikumetê kir

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû jî têkildarî rewşa piştî şer planek pêşkêşî hikumetê kir.

Li gorî planê wê Xeza ji çekan bê paqijkirin, li Şerîa Rojava û Xezayê kontrola leşkerî di destê Îsraîlê de be, li sînorê Misir û Xezayê herêma tampon bê avakirin.

Xeza wê ji aliyê kesên ku pêwendiya wan bi kom û dewletên ku piştgiriya terorê dikin re nebe bê bi rêveberin.

Rêveberiya Filistînê li ber plana Netanyahû rabû

Rêveberiya Filistînê bertek nîşanî plana Netanyahû da û eşkere kir ku wê ev plan bi ser nekeve.

Berdevkê Serokê Rêveberiya Filistinê Nebil Ebû Rudeyde têkildarî mijarê axivî û got:

“Ev plana Netanyahû ya guhertîna demografya û erdnigariya Xezayê wê bi ser nekeve. Ger cîhan ewlekarî û aramiya herêmê dixwaze divê dawî li dagirkeriya Îsraîlê ya li ser xaka Filistînê bîne û dewleta Filistînê nas bike.”

Blinken: Divê li Xezayê dagirkirineke nû ya Îsraîlê nebe

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî, têkildarî plana Netanyahû ya piştî şer axivî.

Blinken ku li paytexta Arjantînê civîna çapemeniyê lidarxist wiha got:

“Min ev plan nedît. Ji ber vê ez nikarim tiştekî li ser bêjim. Lê divê li Xezayê dagirkirineke nû ya Îsraîlê nebe û xaka bajar neyê teng kirin. Ji bo pêşeroja Xezayê ev her du xal girîng in.”

Her wiha Blinken diyar kir divê Xeza nebe meydana terorê.

Li Xezayê rojane hejmara kuştî û birîndaran zêde dibe

Back to top button