Kamuran Berwarî: Hevdîtinên Tirkiyeyê yên li Iraqê li dijî destkeftiyên Kurdan e

Cîgirê Serokê Akademiya Demokrasî û Siyasetê ya Başûrê Kurdistanê Dr. Kamûran Berwarî têildarî serlêdan û hevdîtinên rayedarên dewleta Tirk axivî.
Dr. Kamuran Berwarî diyar kir ku Hevdîtinên Tirkiyeyê yên li Iraqê li dijî destkeftiyên kurdan e û got: “Li dijî van planan ku di hevdîtînan de tên kirin, yekitiya neteweyî ya gelê kurd jî roj bi roj mezin dibe.

Cîgirê Serokê Akademiya Demokrasî û Siyasetê ya li Başûrê Kurdistanê Dr.Kamuran Berwarî têildarî daxuyaniyên rayedarên PDK’ê û gefên dewleta tirk de axivî.

Kamuran Berwarî, diyar kir ku her kes azad e ku daxuyaniya ku dixwaze bide û wiha got:

“Lê li gorî daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî, hêzeke ku daxwaza azadiya gelê kurd dike ji bo wan zirar e.

Ji ber ku cihê PKK lê heye, kesayetên welatparêz, xwedî bawerî û felsefe hene.

Nêrîna wan a ji bo cîhanê û kurdan, jiya birêz Nêçîrvan Barzanî û komên wan cuda ye.

Lewma felsefeya PKK’ê û Ocalan ji bo xwe weke xetere dibînin.

Helwesta PDK’ê kurdan dike du beş. Hêza herî zêde li Kurdistanê hevkariyê bi Tirkiyeyê re dike, PDK û hêzên girêdayî wê ne. ”

“Heke Tirkiye di şer de israr bike”

Berwarî, bal kişand ser serdanên Tirkiyeyê yên li Başûr û Iraqê û ev nirxandin kir:

“Sedema hevdîtinên aborî, siyasî û leşkerî ew e ku li kesên azadiya gelê kurd dixwazin bixin.

Ev serdan, rewşekî li dijî destkeftiyên neteweyî yên gelê kurd in.
Li dijî van planan, yekitiya neteweyî ya gelê kurd jî roj bi roj mezintir dibe.
Heke Tirkiye israra xwe ya di vê siyasetê de bidomîne, dê gelê kurd jî siyaseta xwe ya li dijî Tirkiyeyê biguherîne.”

“Dixwazin mîna Hewlêrê li Silêmaniyeyê bikin”

Bi domdarî Berwarî bal kişand ser gefên Hakan Fîdan li Serokê Giştî yê YNK’ê Bafil Talabanî xwarin û axaftina xwe wiha qedand:

“Li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe, dema kurdek xwedî li netewe, nasname û welatê xwe derket, dewleta tirk wî/wê hedef digire.

Êrişên wan ên niha li dijî Silêmaniye û Bafil Talabanî jî di vê çarçoveyê de ne.
Dixwaze tiştên bi serê Dihok û Hewlêrê anîn, bi serê Silêmaniyeyê jî bîne. Anku dixwaze Talabanî bîne ser xeta xwe. Ji bo vê jî gefan dixwe.”

Yaşar Guler bi Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî re civiya

Back to top button