Yaşar Guler bi Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî re civiya

Dewleta Tirk a dagirker ji bo planên xwe yên Başûrê Kurdistanê yên li dijî destkeftiyên Kurdan bibe serî hewil dide li gel PDK’ê hikûmeta Iraqê jî têxe şer.
Piştî serdana Iraqê Wezîrê Parastina Tirkiyê derbasî Başûrê Kurdistanê bû bi Barzaniyan re civiya.
Li gorî agahiyan naveroka hevdîtinan hevkariya aliyan a li dijî PKK bû.

Dewleta Tirkiyê a dagirker û qirker bi her awayî hewl dide planên xwe yên li dijî destkeftiyên kurdan bibe serî.

Bi taybetî jî li dijî tevgera Azadiyê bi hevkariya Bexda û Hewlêrê dixwazê vê yekê pêk bîne.

Di vê çarçoveyê de duh Wezîrên şer yê dewleta Tirk û fermandarê artêşê Yaşar Guler li Bexdayê bû.

Piştî hevdîtina xwe ya li Iraqê Yaşar Guler duh êvarê de berê xwe da Hewlêrê.

Li Hewlerê Guler despêkê bi Nêçîrvan Barzanî re, piştre jî Mesrûr Barzanî re civiya.

Li gorî agahiyan naveroka hevdîtinan hevkariya li dijî PKK bû.

Medya Erebî: Tirkiye zextê li Iraqê dike ku şerê PKK’ê bike

Di serdana doh ya li Bexdayê de çavkaniyên Iraqî aşkere kirin ku serdana her du berpirsên tirk bi daxwaza lihevkirina li ser peymana li dijî PKK’ê bû.

Li gorî wê peymana ku eger hat îmzekirin, Iraq neçare li gel Tirkiyê bi rastî şerê PKK’ê bike.

Lê hikûmeta Bexdayê heta niha dudilî ye.

Ji ber ku aliyê ku bendên lihevkirinê bi cî neyînin dê li gorî tifaqa di wê lihevkirinê de were cezakirin.

Iraq jî ji aliyê xwe ve hewl dide li gel Tirkiyê ji bo geşkirina aboriya xwe, lihevkirinekê çêke.

Lê dîsa jî Tirkiyê bi şerê li dijî PKK’ê ve girê dide.

Herwiha Tirkiyê Iraqê bi polîtîkaya avê şantaj dike. Tirkiyê para Iraqê ji ava çemê Dicle û Firatê nade.

Serokê Iraqê: Divê Tirkiye serweriya Iraqê binpê neke

Piştî hevdîtina Serokê Iraqê Ebdul-letîf Cemal Reşîd li gel wezîrê şer ê Tirkiyê daxuyaniyek da û got:

Ew nêrîna çareseriya yekalî ya Tirkiyê qebûl nakin.

Her wiha da zanîn ku çênabe Tirkiyê serweriya Iraqê û başûrê Kurdistanê binpê bike.

Çavdêr dibînin ku tevî van serdan û hevdîtinan, lihevkirinek di navbera Iraq û Tirkiyê çênebûye.

Back to top button