Neteweyên Yekbûyî bîlançoya şer a li Ukraynayê parve kir

Bi daxwaza rêveberiya Moskowê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kom bûn.
Alîkara Sekreterê Giştî ya Neteweyên Yekbûyî Rosemary DiCarlo bîlançoya şer a li Ukraynayê ragihand.
Rosemary DiCarlo da zanîn di şerê navbera Ukrayna û Rûsyayê de heya niha 10 hezar 382 kes mirine, 19 hezar 659 kes jî birîndar bûne.

Piştî êrîşên 3’yê Sibatê li herêma Luhanks a Ukraynayê ku 28 kes miribûn Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bi daxwaza rêveberiya Moskowê civîyan.

Alîkara Sekreterê Giştî ya Neteweyên Yekbûyî Rosemary DiCarlo (Rozemarî dîkar-lo) di Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de axivî û wiha got:

“Li heremên di bin kontrola Ukraynayê de çend hefteyên dawî de êrîşên Rûsyayê zêde bûne.

Di serî de herêma Zaporojya ji 570 cih zêdetir hatin armanc girtin.

Di van êrîşan de 12 sivîl mirin û 60 jî birîndar bûn.”

NY: Şerê li Ukraynayê 10 hezar 382 sivîl mirin

DiCarlo daneyên Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya Sibata 2022’yan heya niha parve kir.

Li gorî daneyan DiCarlo ev tişt anî ziman:

“Li Ukraynayê di nav de 579 zarok 10 hezar û 382 kes jiyana xwe ji dest dane.

Di nav de hezar û 285 zarok 19 hezar û 659 kes jî birîndar bûne.”

Alîkara Sekreterê Giştî balkişand li ser windahiyan sivîlan û got

“Li Ukraynayê sala 2023’yan bi giştî windahiyan sivîlan kêm bû,

lê piştî meha Kanûnê radeyek girîng careke din zêde bû.

Rosemary DiCarlo di axaftina xwe de destnîşan kir ku êrîşên sivîlan û binesaziyên sivîl derveyî hiquqa navneteweyî ye.

Şerê li Ukrayna: Hêzên Rûs li dijî oteleke li Xarkîvê êriş pêk anîn

Back to top button