Zelensky serdana yekîneyên li eniyên pêş kir

Di bê dema ku şerê Rûsya û Ukraynayê bi dijwarî didome serok dewletê Ukraynayê Zelensky serdana yekîneyên leşkerî yên li eniyên pêş kir.
Zelensky diyar kir wî ji bo piştgiriya artêşê ev serdan pêk anîye.

Şerê Rûsya û Ûkraynayê ji 24’ê Sibatê ya 2022’an ve bi dijwarî didome.

Heta niha ji her du aliyan bi hezaran leşker hatine kuştin û birîndar bûne. Her wiha ji ber bi mîlyonan kes ji Ûkraynayê koçber bûn.

Serokê Dewletê yê Ûkraynayê Vladimir Zelensky duh serdana hêzên Ûkrayna yên li eniya başûr-rojhilat a li Zaporojye kir.

Li ser malperên medya dijîtal hate ragihandin, leşkerên Ûkraynî diyar kirine herêma ku Zelensky serdana wê kiriye ji ber balafirên bê mirov û topbaranê herêmeke xeternak buye.

Zelensky piştî serdana xwe daxuyanî da û got, ”

“Îro hatina min ya li vê derê ji bo min serbilindiye. Ji bo piştgirî û rûmetdariya şervanên me ez li vê derê me. Ew wezîya zehmet û heyatî ya têkbirina dijmin û parastina Ûkraynayê bi cih tînin.”

Li gorî daxuyaniya ofîsa serokatiya Ûkraynayê jî Zelensky li nêzî gundê Robotayne serdana yekîneyên leşkerî kiriye.,

Robotayne tebaxa 2023’an ji hêzên Rûs hatibû rizgarkirin.

Serdana Zelensky di demeke ku ji erkê girtina Fermandarê Artêşa Ûkrayanyê Valery Zalujnî di rojevê de ye, pêk hat.

Îhtîmala ji wezîfeyê girtina Zalujnî sala derbasbuyî ku di êrişên Ûkraynayê de qadên di destên Rûsyayê de nehatibûn rizgarkirin, hatibû rojevê.

Tê gotin ji erkê dûrxistina Zalujni ku weke Generalê Hesin tê naskirin, wê bandoreke neyînî li hêzên leşkerî yên Ûkraynayê bike.

Back to top button