NATO: Di demek nêzîk de gefa êrişeke leşkerî ya Rûsyayê tune

Tirs û gefên Rûsya û welatên NATO’yê yên ji hev bi dawî nabe.
Tê gotin, ger Rûsya di şerê Ukraynayê de bi ser bikeve wê êrişî welatekî endamê NATO’yê bike.
Sekreterê Giştî yê NATO’yê Stoltenberg jî got, ” “Em di demeke nêzîk de li dijî hevalbendekî NATO’yê gefeke êrişên leşkerî yên Rûsyayê nabînin.”

Gef û tirsa Rûsya û welatên endamên NATO’yê yên li hemberî hev bi dawî nabe.

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg têkildarî îdiaya ku wê Rûsya êrişî welatekî endamê NATO’yê bike axivî.

Stoltenberg ji televîzyona ARD ya Almanyê re li ser planên pêşerojê yên NATO’yê axivî.

Stoltenberg têkildarî îdiaya, ger Rûsya di şerê Ûkraynayê de bi ser bikeve wê êrişî welatekî endamê NATO’yê bike de wiha got,

“Em di demeke nêzîk de li dijî hevalbendekî NATO’yê gefeke êrişên leşkerî yên Rûsyayê nabînin.”

Stoltenberg da zanîn ku di demên dawiyê de NATO di asteke girîng de xurt buye û wiha dewam kir;

“Helbet aştî bi xwe bi xwe pêk nayê. Her çendî gefeke nêzîk nebe jî lê me ji bo parastina xwe gavên girîng avêtin. Asta amadekarî û hêza xwe ya leşkerî me zêde kir.

Di dîrokê de cara yekem me yekîneyeke şer ji nûve ava kir.”

Stoltenberg diyar kir, ew li bendê ye ku Almanya û hemû endamên din yên NATO’yê hêzên xwe yên çekdar modernîze û perwerde bikin û got,

“Almanya piştî Amerîka û Îngilistanê herî zêde razemeniyê li parastinê dike û alîkariyê dide parastina hevpar ya NATO’yê.”

Stoltenberg têkildarî hilbijartinên li Amerîkayê û careke din bandora hilbijartina Trump ya li NATO’yê jî got,

“Trump, hevalbend rexne dikir ku ji bo NATO’yê hindik mesrefê dikin. Ev rexneya wî ne ji bo NATO’yê, ji bo hevalbendan bû. Lê niha mesrefê dikin.

Em çiqas li cem hev bisekinin û bi hevre tevbigerin em ê ewqas di bin parastinê de bin. Ji ber hevalbendên NATO’yê ji sedî 50 xwedî hêza leşkerî û aborî ya cîhanê ne.”

Back to top button