Nîvîskarê Kurd Aram Seîd nerazîbûn li hemberî revandina rojnamevan Silêman Ehmed ji hêla PDK’ê ve nîşan da û şîreteke wiha li Rêveberiya Hewlêrê:
“Eger rojnamevan azad bin hingî hûn ê jî bi hêz bin.”
Aram Seîd diyar kir ku girtina Silêman Ehmed ne qanûnî ye gereke were berdan, çimkî li Başûrê Kurdistanê pêdivî bi azadiya derbirînê heye
Li gor Seîd gelek binpêkirin derheqê rojnamevanan de tê kirin, lê eger desthilat berovajî wê bifikire, hingî wê bi hêz bibe.
Nivîskar Aram Seîd: Girtina Silêman Ehmed ne qanûnî ye
Silêman Ehmed, rojnamevanekî Kurd ji Rojavayê Kurdistanê ye.
Van salên dawiyê erka edîtortiya beşê Erebî yê Rojnewsê wergirtibû.
Wexta ji Rojava diçû Başûr hat revandin û ev 104 roj, tu kes tiştekî li ser wî nizane.
Him malbata wî û him jî Rojnews PDK’ê di ber jiyana wî berpirsiyar dibînin.