Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku Akademiyeke hêzên wan li Dêra Zorê bûye armanca êrişeke terorane.
QSD’ê ragihand ku di wê êrişê de 6 şervanên wan şehîd bûne.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê eşkere kir ku duh bi şev dronekê ji herêmên çeteyên hikûmeta Şamê, akademiyeke wan li Zeviyên El-Omer ê Dêra Zorê bombebaran kir.
QSD: 6 şervanên me şehîd bûn
QSD’ê ragihand ku di encama êrişê de, 6 şervanên wan şehîd bûne.
QSD: Em ê bersivê bidin çavkaniya êrişê
Her wekî hişyarî da ku dê mafê xwe yê bersivdayîneke leşkerî li dijî çavkaniya êrişê bi kar bînin.