Li Kerkûkê konferansa “Di nava şer û aştiyê de Kurdistan”

Li bajarê Kerkûkê konferansa bi navê “Di nava şer û aştiyê de Kurdistan’ pêk hat.
Mijara sereke ya konferansê dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê bû.
Weke çareserî yekîtiya neteweyî û jiyana gelan a bi hev re hate destnîşankirin.

Konferansa ‘Di nava şer û aştiyê de Kurdistan’ bli salona Rewşenbîrî ya bajarê Kerkûkê bi tevlîbûna 100 delegeyan pêk hat.

Konferans ji aliyê Tevgera Zehmetkêşan a Kurdistan û Sekoya Azadî ve li dijî dagirkerî ve hatiye organîzekirin.

Delegeyên konferansê ji siyasetmedar, çavdêrên siyasî, nivîskar, rewşenbîr, çalakvanên civaka sivîl, mamosta, endamên rêxistinan û pêkhateyên cûda pêk hat.

Mijara sereke ya konferansê dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Kurdistanê bû.

Ronak Mecîd: Divê pîlanên metirsîdar li ser Başûr werin dîtin

Di konferansê de Endama Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Ronak Mecîd bi navnîşana ‘Li Başûrê Kurdistanê rehendên dagirkeriya dewleta Tirk’ gotarek pêşkêş kir.

Ronak Meclîd destnîşan kir ku dewleta Tirk bi riya hegemonya çandî, perwerde û ragihandinê hewl dide çanda Kurd tine bike û li Başûr hegemonya xwe ya çandî, sîxorî, leşkerî û dagirkeriyê serwer bike.

Endama Tevgera Azadî Ronak Mecîd got ku divê ev pîlana metirsîdar li ser Başûrê Kurdistanê were dîtin.

Hîwa Selîm: Li dijî hewldanên Tirkiyê, yekîtiya netewî pêwîst e

Endamê Polîtborya Hizba Zehmetkêşana Kurdistanê Hîwa Selîm jî mijarek bi navnîşana ‘Ji Mîsaqê Milî heta roja îro nexweşe riya dagirkeriyê’ pêşkêş kir.

Hîwa Selîm diyar kir ku hewldanên dewleta Tirk ên ji bo Başûrê Kurdistanê bêxe nava nexweşeya mezin metirsîdar e û got ku ji bo pêşîlêgirtinê divê yekîtiya neteweyî pêk were.

Hekîm Ebdulkerîm: Divê gelên herêmê bi xwe bîr li sîstemek û modelek nû bikin

Endamê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Hekîm Ebdulkerîm jî têkildarî ‘Li şûna şerê navxweyî yekîtiya neteweyî’ axivî.

Hekîm Ebdulkerîm got;

“Divê êdî gelên herêmê bi xwe bîr li sîstemek û modelek nû bikin û li dijî sîstema desthilatxwaz a çewîsîner yekîtiya netewî pêk bînin û jiyana bi hev re ya gelan qebûl bikin.”

Back to top button