Li bajaroka Xanesor a Şengalê jî şehîdên komkujiya Parîsê bi civînekê hatin bîranîn.
Tevgera Azadiya jinên Êzidî bi boneya salvegera komkujiya Parîsê civînek ji jinan re li dar xist.
Civîn li bajaroka Xanesor a Şengalê bi amadebûna bi dehan jin hat lidarxistin.
Di civînê de hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hiço axivî.
Rîham Hiço balkişand ser ked û tekoşîna ku li ser rêya her sê jinên şoreşger tê meşandin û got:
Îro jinên Êzidî li Şengalê ji bo hebûna xwe di nava têkoşînê de ne û li ser linganin.
Rîham da zanîn ku komkujiya Parîsê berdewamiya komploya li ser Rêber Ocalan bû.
Piştî axaftinan li ser jiyan û têkoşîna her sê jinên şoreşger sinevîzyonek hat nîşandan.